Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî îzbat dike, wekî ewê piştgirîya hindava Kurdistanêda berdewam bike

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê dêlêgasîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye derecebilind qebûl kirîye.Nava teşkîla dêlêgasîyayêda wekîlên Qesira Sipî û usa jî wezîreta Ştatên Yekbûîye parastinê hebûne. Dêlêgasîyayê qîmetê bilind daye rola Kurdistanê û pêşmergaye nava tunekirina DAÎŞ-da û pêra jî daye dîyarkirinê, wekî hevkarîya dualî wê berdewambe.Ji alîyê xweda, Barzanîyê serok razalixî elamî ŞAY kirîye bona piştgirîya hindava Îraqê û Kurdistanêda û seredan hesab kirîye çawa nîşana wê yekê. Wextê hevdîtinê, pirsên dîyaloga stratêcî, rola bêqezîyabûnêye 3O-î sale, rola ŞAY û koalîsîyona navnetewîye bona parastina Kurdistanê, ösa jî pirsên derheqa hilbijartinên Îraqê û yên mayîn hatine gotûbêjkirinê. Dêlêgasîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî usa jî rastî Mesûd Barzanîyê lîdêr û serekwezîr Mesrûr Barzanî hatîye.