Sereke

Hevpeyvîna dîrokzanê yûnanî tevî Ermenihaber.am-ê: “Binketina Tirkîyayêye moralî û sîyasî bêşik mezine”

Girêdayî 1O6-salîya komkujîya Ermenîra Ermenihaber.am-ê tevî doktorê ulmên dîrokê, yê ûnîvêrsîtêta bajarê Yûnanstanêyî Salonîkêye Arîstotêlê Têodosîos Kîrîakîdîs qise kirîye. Wextê qisê ewî derheqa girîngîya naskirina komkujîya Ermenîda, ya ji alîyê serokê ŞAY-da xeberdaye.

-Serokê ŞAY Co Baydên 24-ê nîsanê nava axaftina xweda komkujîya Ermenî nas kir. Bi fikira we, ew elametîya Baydêne derheqa naskirina komkujîya Ermenîda wê ji alîyê sîyasî û hiqûqîda çi bide we?
-Nava dîroka hilbijartinên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye serokatîyêda berê jî kandîdatên serok hebûne, yên ku soz dane wekî wextê ew bêne hilbijartinê, ewê komkujîyê naskin. Feqet piştî hilbijartina, wan seroka bi xeberên başqe ew yek şirove kirine. Eva cara ewlin nîne wekî serokê ŞAY barbarîya vî cûreyî çawa komkujî nav dike. Sala 1981-ê Ronald Rêyganê serok, bi xeberdana derheqa Holokostêda û derheqa qetilkirinên ermenîyaye li împêratorîya Osmanî, xebera “komkujî” dabû xebatê.
Elametîya Baydên gelo dikare û gelo wê nava deşta hiqûqîda bê xebitandinê? Nizanim, lê ev yek serkeftina sîyasîye mezine. Ez bawarim, wekî evê şuxulkarîya naskirinê bide hêsakirinê û welatên mayîn jî berbi naskirinê bibe.

Bi fikira min, xebitandina xebera “komkujî”, ya ji alîyê Baydênda gotî, îdî şedetîyê dide wekî ŞAY li ser wê tabîyêye. Nava heleqetîyên ŞAY û Tirkîyayêda pirsgirêk hebûn û ez difikirim, wekî ev yek zû yan jî dereng gerekê bibûya, çimkî ji alîyê dîrokî û ji alîyê sîyasîda jî binketina Tirkîyayêye moralî û sîyasî bêşik mezine.
-Tevî komkujîya Ermenî, li împêratorîya Osmanî usa jî qetilkirinên cimetên mesîhîye mayîn qewimîne, nava wanda usa jî komkujîya yûnanên Pontosê. Feqet, nava rojeva naskirina navnetewî tê bêjî ew yek tune. Bo çi?
-Ew yek ber çevaye, wekî gotûbêjkirinên civakî û dewekarîya naskirina komkujîyaye navnetewî van salên axirîyê destpê bûye.Tiştekî girîng heye wekî gerekê wê yekê hesab hildin. Gilî derheqa wê yekêdane, wekî wextê komkujîyê, yûnanên Pontosê ulmdar û merivêd xwendî unda kirin.

Ewana dikaribûn derheqa komkujîyêda gilî bikirana û derbazî nisileta bikirana. Feqet piranîya wana ji alîyê kemalîstada hatîye kuştinê. Nisiletên mihaciraye ewlin û duem bi dîrokêva mijûl nedibû.
Hetanî ku mihacirên Pontosê pêra gîhandin ji birînên komkujîyê xwe qenckin, ew ketine nava halê diha giran. Şerê hemcîhanêyî duem despê bû, paşê xelayî hebû, lê paşê salên 1946-1949-a şerê hundur destpê bû û civaka yûnana belav bû. Salên 195O-î Yûnanistan û Tirkîya ketine nava NATO-ê, paşê pirsa Qibrisê pêşda hat û atmosifêreke başqe pêşda hat. Salên 1967-1974-a li Yûnanistanê dîktatorî îzbat bû, kîjanê bona lêkolînkirina komkujîyê cî nehişt.
-Lêkolînkirina komkujîya yûnanên Pontosê kengê destpê bûye?

-Dawîya salên 198O-yî lêkolînkirina komkujîya yûnanên Pontosê destpê bû. Sala 1974-a dîktatorî ket û ji salên 198O-yî civaka sîvîl bi dînamîkî destbi pêşkeftinê çû. Nava pirsa yûnanên Pontosêda bûyarên nû çêbûn û asosîyasîya saz bû û wê yekê meriv dikare ji salên 198O-yî û 199O-î bibîne.
Belavkirina şedetî û bîranîna zêde dibû. Wî çaxî parlamênta Yûnanistanê sala 1994-a birîyar kir ku 19-ê gulanê çawa roja bîranîna yûnanên Pontosê elamke. Sala 1998-a qanûneke wî cûreyî derheqa yûnanên Asîya Biçûk qebûl kir û 14-ê îlonê jî çawa roja bîranîna yûnanên Asîya Biçûk elam kir. Piştî wê yekê yûnanên ji welêt der destpê kirin qewata xwe berevkin û hukumî li ser şuxulkarên sîyasîye li wan welata bikin. Bi wî cûreyî ev bûyara dîrokî ji alîyê hinek ştatên ŞAY û Avstralîyayê, usa jî ji alîyê welatên başqeda hate naskirinê.
-Nava pirsa şuxulkarîya naskirinêda hûn gihîştine açixîya?
-Sala 2OO7-a ji alîyê asosîyasîya komkujîzanên navnetewîda, komkujîya yûnanên Pontosê hate naskirinê. Bi kûrbûna lêkolînkirinên dîrokî, wextê ku zelal bû, wekî yûnan jî hatine qetilkirinê, mînanî ermenîya, welatên ku komkujî nas kirin, zêde bû. Pirs ewe wekî yûnan bêyî piştgirîya welatê xwe wê yekê dikin, çimkî welat naxweze tevî cînara bikeve nava pevçûyîna. Pontosî dicêribînin bi destî yektîyên xweye çandî û bêyî zanebûnên anegor lobbînga mîyaserkin. Li împêratorîya Osmanî li sê cîha yûnan qetil kirine û ew jî nava wedê cuda-cudada. Ew yek pirsê dide çetinkirinê.

Badîhewa nîne wekî bona lêkolînkirina dîrok û çanda yûnanên Pontosê kafêdira hatîye sazkirinê, lê ne ku bi piştgirîya dewletê, lê ya şexsî.
-Di navbera Yûnanistanê û Tirkîyayêda halê sîyasî serte, lê carina jî qezîya pevçûyîna leşkerî pêşda tê, hêrsa dora Qibrisê hê netemirîye, hûn çi difikirin, pirsa komkujîya yûnanên Pontosê dikarin diha zelal bînine rojevê?
-Bi fikira min, piştî her komkujîkê gerekê encam usabin, ku hevfemkirin, lihevhatin, naskirina xirabkarîya sazbe. Qewilê wê yekê, yê ewlin hema qebûlkirina wî gunehîye. Meriv gerekê dewê bikin, ku komkujîya dijî wan mîyaserkirî naskin, çimkî naskirin alî meriva dike ku ew birînên xwe qenckin û ew yek bona nisileta pêşerojê dibe garantîya. Ez difikirim, wekî nenihêrî wan hemû gefxwerinên tirka, Yûnanistan gerekê şerkarîya xweye bona naskirina komkujîyê aktîvke. Xêncî wê yekê, cêribandina wan salên dawîyê dide kifşê, wekî ji alîyê Yûnanistanêda ev pirs nayê rojevê, lê Tirkîya dîsa ji kirinên xweye neqanûnî û agrêsîv paşda nasekine. Komkujîzan baş fem dikin, wekî nasnekirina komkujîya qewimî bona wekilandina wê cîh çê dike.

-Nava vê pirsêda hûn pêrspêktîvên hevkarîyêye çawa tevî teşkîletên ermenî dibînin?
-Van salên dawî bi saya matêrîyalên arşîva û lêkolînkirina doranên ulmdara fem kirin, wekî împêratorîya Osmanî bernama qetilkirinaye dijî cimetên mesîhî hazir kirbû. Li vir jî pirsa hevkarîyê pêşda tê. Xêncî wê yekê yûnana jî destpê kirîye cêribandina hevkarîyê dest bînin.Bi femkirina wê yekê wekî nava vê hevkarîyêda dikarin bighîjine feydayên diha mezin, em bawarin, wekî pêşerojêda hevkarî wê diha berfirehbe û encamên anegor bide.
-Hûn pêşroja Tirkîyayê çawa dibînin?
Rîya wêye leşkerî-sîyasîye pêşdakişandî dikare Tirkîyayê kuda bibe?

-Mixabin, Tirkîya bi rîya nedêmokrtîyêva çû û dengên dêmokratîk dane sînorkirinê. Nava salên dawîda rûyê sîyasîya Tirkîyayêye pêşdakişandîda halê êkonomîkîyî giran pêşda hatîye û pêşeroja baş hîvîya wan nîne. Gelek tirkên pêşverû jî mecbûr bûn ji welêt derkevin.
Krîzîs gerekê bi femkirina pirsê bê rêberkirinê, ya ku tê bêjî li Tirkîyayê nayê kifşê. Ev welat gerekê rola xwe bibîne û li herêmê bibe faktora qewînbûnê û aşîtîyê. Feqet Tirkîya hê ji barê komkujîyê aza nebûye, cabdarîya xwe qebûl nekirîye, ya ku wê alî wê bikira ku rîya aramîyê û efrandarîyêva pêşda biçûya. Ew jî şedetîyê dide, wekî nava pirsgirêkên tevî cînara usa jî pirsgirêkên hundur hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button