Sereke

Kongrêsmênê ŞAY daye dîyarkirinê,wekî gerekê piştgirîya 5O-î mîlîon dolarî bidine Arsaxê

Kongrêsmênê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, endamê komîsîya heleqetîyên der Krîs Smît bang kirîye, ku alîkarîya 5O-î mîlîon dolarî bona bêqezîyabûnê, malên hedimî, alîkarîya doxtirîyê û hewcetîyên mayîn bidine Arsaxê. Derheqa wê yekêda komîsîya data Ermenîye li Amêrîkayê ragîhandîye.
Smît nava nama ser navê komîsîya anegor daye dîyarkirinê,wekî rûyê şerê azêrîyayî îlona sala 2O2O-da, piştgirîya kîjanî kirîye Tirkîyayê, li Qerebagê bi hezara meriv wefat bûne, bi hezara meriv bêmal mane, sîstêmên sosîyalî hatine tunekirinê. Ewî daye dîyarkirinê, wekî here kêm 5O-î mîlîon dolar gerekê çawa alîkarîya hûmanîtarî bidine Arsaxê. Ewî ew yek jî gunekar kirîye, ku Tirkîyayê kirêkirîyên ji Sûrîyayê birine Adirbêcanê, ku ew dijî ermenîya şer bikin. Bi gotina wî, katibtîya dewletê gerekê qîmetên anegor bide kirinên tirkaye dijî Arsaxê. Ewî usa jî nivîsîye, wekî ŞAY gerekê piştgirîyê nede hukumata Adirbêcanê, çimkî Adirbêcanê bona vekirina hesarên dora Ermenîstanê û Arsaxê gav neavîtine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button