Sereke
Pirsa paşdavegerandna dîlên ermenîye ji Adirbêcanê dîsa rojeva meda dimîne: baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê
Seredana wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrove li Ermnîstanê ya baş, kardar û çêkirinê bû. Derheqa wê yekêda baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn gotîye.
“Temamîya desta pirsa hatîye gotûbêjkirinê, yên ku derheqa heleqetîyên dualî û halê dora Qerebagê û herêmêdanin. Bi fikira min, wekîlên wezîreta karên der wan qîmetkirinên anegor bidin û dane. Lê, bi fikira min, ew seredan ya baş, kardar û çêkirinê bû, ya ku anegorî dereca heleqetîyên me bû, dereca dîyaloga meye sîyasî”,-Kopîrkîn gotîye. Kopîrkîn usa jî daye dîyarkirinê, wekî pirsa paşdahatina dîlên ermenîye li Adirbêcanê jî tevî Lavrov hatîye gotûbêjkirinê. Kopîrkîn gotîye, wekî pirsa dîlên ermenî rojeva rûsîda dimîne.