Sereke

“Gava min”: serokatîya Ermenîstanê wê bona dasekinandina yektîya têrîtorîyayên Qerebagê bixebite

“Gava min” wê bona dasekinandina yektîya têrîtorîyayên Qerebagê bixebite. Derheqa wê yekêda li parlamêntê, parlamêntvanê “Gava min” Vladîmîr Vardanyan gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye, ku ew 9-ê gulanê xwe çawa texmîn dike, wextê ku Şûşî bin kontrola Adirbêcanêdane, çimkî pêşda Şûşî 9-ê gulanê hatibû azakirinê.
“Bona me hemûya jî ew yek giran bû.Ew awqasî giran bû, wekî me cêriband wê yekêra derbazbin, lê bi wê yekêva tevayî tiştê şabûnê bû, wekî em dibînin, ku roja îroyîn ermenî li Qerebagê dijîn, zimanê ermenî li Qerebagê tê bihîstinê, Qerebag serbeste û bin kontrola tu welatekîda nîne”,- parlamêntvan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button