Sereke

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk li Dêyr Zorê opêrasîyona berfireh destpê kirine

Merkeza prêssayê, ya hêzên Sûrîya Dêmokratîk derheqa destpêkirina opêrasîyona berfirehda, ya li Dêyr Zorê ragîhandîye. Nava elametîyêda hatîye gotinê:
“Hêzên me û yên koalîsîyona navnetewîye dijî DAÎŞ-ê opêrasîyona leşkerîye berfireh li nehîya Al-Acîcê destpê kirine. Meremê opêrasîyonê ewe, ku komên DAÎŞ-ê ye veşartî bidine tunekirinê, û cîhên sîlihên veşartî bibînin. Opêrasîyon usa jî dijî têrorîsta û kirîn-frotana sîlihaye.Ewê çar roja bikişîne. Opêrasîyonê nava dorana hevkarîyêda bê derbazkirinê bona ku îzinê nedin ku DAÎŞ û teşkîletên têrorîstîye mayîn qezîayê bona aramîyê û bêqezîyabûna herêmê pêşda bînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button