Sereke

Roja îroyîn hûnê bîznêsmênekî usa nebînin, yê ku bêje wekî dewlet bi bacê xweva wî merûm dike: Paşînyan

Bi meremê derbazkirina hilbijartinên parlamêntêye ji wede zûtir û belavkirina parlamêntê, civîna parlamêntê derbaz bûye, wextê kîjanê Nîkol Paşînyan nava xeberdana xweda derheqa halê êkonomîka Ermenîstanêye hêna serkarîkirina xweda daye dîyarkirinê.
“hûnê îro tu bîznêsmênekî nebînin yê ku bêje wekî dewlet bi bacê xweva wana merûm dike”,-Paşînyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî piştî sala 2O18-a tiştê usa tunebûye, ku bi perên zêde byûcê dihate tamkirinê.
“Piştî sala 2O18-a we qet bihîstîye, ku kesek nava bîznêsêda bibe hevalê parê? We bihîstîye, wekî kesek bifikire, ku hebûna wî wê çawa ya wî bimîne, yan jî kesekê bê û bêje ku 1O, 2O, 5O-î selef, yan jî temamîya bîznêsê ya wîye?”,- ewî gotîye. Bi gotina Paşînyan, li Ermenîstanê usa jî monopolîya tune.Guhartina here girîng, Paşînyan nava qanûndarîya êkonmîkîda wê yekê hesab dike, ku bacê bona hebûnê hatîye lênihêrandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button