Sereke

Serokkomarê Ermenîstanê planên pêşdakişandî tevlîhev kirin: diqewime li Ermenîstanê êtapa hilbijartinaye duem bê derbazkirinê

Hilbijartinên li Ermenîstanê dikarin bi êtapekê ser hevda neyên.Wextê birîfîngên li parlamêntê, endamê fraksîya “Gava min” Hamazasp Danîêlyan şirovekir, ku kengê dikare ew yek bibe.
“Heger nava encamên hilbijartinên parlamêntêda hêzeke sîyasîra li hev neyê 54 selefê mandatên parlamêntê bistîne û nava şeş rojada nikaribin koalîsîyayê di navbera sê hêzada sazkin, ya ku wê bibe 54 selefê cîhên parlamêntê, wî çaxî li Ermenîstanê êtapa hilbijartinaye duem wê derbazbe”,- Danîêlyan gotîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî ev norm anegorî qanûna hilbijartinaye, lê hevtîya derbazbûyî “Gava min” dicêriband dewekarîya qanûnîye derheqa koalîsîyada bida guhartinê. Serokkomarê Ermenîstanê nava wedê kifşkirîda qanûna nû îmze nekir û ewê wextê hilbijartinên 2O-ê hezîranê neyê xebitandinê. Em bêjin, wekî anegorî qanûna nû, qeydê sazkirina koalîsîyonên sîyasî tê guhartinê: ew partîya pêş dikeve, ya ku anegorî encamên hilbijartina piranîya denga stendîye. Ew jî nava 14 rojada dikare tevî partîyayên mayîn koalîsîyayê sazke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button