Sereke

Adirbêcan megberên ermenîye li ser têrîtorîyayên okûpasîyakirî tune dike: parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv

Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Gêgam Stêpanyan rûpelê xweyî fêysbûkêda derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê, wekî sîyasîya Adirbêcanêye barbarî berdewam dibe, bi kîjanê megberên ermenî tên tunekirinê û kevirên megbera bona çêkirina rîya didine xebatê.
“Kirina wane vî cûreyî tiştekî nû nîne. Em gelek cara bûne şedên barbarîyên Adirbêcanê, yên ku dijî cimeta ermenîne. Armanca xirabkarîyên Adirbêcanê ewe, ku rêça ermenîye pirqurne bidine tunekirinê.
Anegorî normên mafên navnetewî, alîyên nava dew-dozêda gerekê qedirê megberên li ser têrîtorîyayên bin kontrola xweda bigrin û gerekê wana xweykin. Bi xirabkirina megbera, Adirbêcan normên mafên navnetewî diteribîne.
Gerekê Adirbêcanê mecbûr bikin ku ew bocdarîyên xweye navnetewî biqedîne û nava wê pirsêda borcdarîyên teşkîletên navnetewî hene. Xirabkaryên ji alîyê Adirbêcanêda mîyaserkirî gerekê bê ceza nemînin û civaka navnetewî gerekê vê yekê zelal fem bike”,- Gêgam Stêpanyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button