Sereke

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv axaftinên serokê Adirbêcanêye dijî ermenîya şandine ONY, ŞA û cêrge sîstêmên navnetewîye mayîn

Axaftinên serokê Adirbêcanê, yên ku şedetîya dijminatîyêye dijî ermenîya didine kifşê, ji alîyê parêzerê mafê mêrivda hatine şandinê li Organîzeya Netewên Yekbûyî, Şêwira Avropayê û cêrge sîstêmên navnetewîye mayîn. Derheqa wê yekêda Arman Tatoyanê parêzerê mafê mêriv, rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.
Vê carê gilî derheqa axaftinên serokê Adirbêcanêye meha nîsanêdane. Nava wan axaftinada Elîyêv bi zimanê gefxwerina xeber dide û xeberên usa dide xebatê, kîjan cimeta ermenî, Ermenîstanê û cimeta Arsaxê nuxsan dikin û nava civakêda halê sert pêşda tînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button