Sereke

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk derheqa serhevdaanîna opêrasîyona li Vadî Al Acîcê elam kirine

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk derheqa serhevdaanîna opêrasîyona li Vadî Al Acîcê elam kirine, ya ku bi piştgirîya koalîsîyona navnetewî dihate mîyaserkirinê. Nava elametîya hêzên Sûrîya Dêmokratîkda hatîye gotinê, wekî opêrasîyon 12-ê gulanê îdî ser hevda hatîye. Hatîye dîyarkirinê, wekî meremê wê opêrasîyonê ew bû, ku rîya derbazkirina sîlihaye berbi bakûr û rohilatê Sûrîyayê bidine eşkerekirinê û pêşîya derbazkirina komên têrorîstîye berbi Îraqê û ji Îraqê hatî bidine girtinê.Cêrge cîhên DAÎŞ-ê nava encamê wê opêrasîyonêda hatine dîtinê. Li wan cîha him sîlih û him jî tiştên başqe dihatine veşartinê. 12 cîhên wî cûreyî hatine tunekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button