Sereke
Îraqê nerihetîya xwe elam kirîye girêdayî wê yekêra, wekî kampanîyayên têknîkîye bona teyarên F-16 ji welêt derdikevin
Fermandarîya Îraqêye yekbûyî xemgînîya xwe girêdayî wê yekêra elam kirîye, wekî kampanîyayên têknîkîye bona teyarên F-16 ji welêt derdikevin. Roja duşemê rojnama Nyû York Tayms-ê elam kirîye, wekî kampanîya “Lockheed Martin” -ê komên xweye têknîkî, yên ku piştgirîyê didine teyarên leşkerîye F-16 piştî derbên rokêta, ji Îraqê derdikevin. 7O xebatkraên wê kampanîyayê li baza Baladê dixebitîn. 5O-î meriv wê paşda vegerine Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, lê yên mayîn wê herine Hewlêrê. Kampanîyake mayîn li wir hê dixebite, ya ku tevî xebatên teyarên welatên bîyanî nabe.