Sereke
Lîtva dixweze “dîroka açix” derbazî Ermenîstanêke : serekwezîrê Mîrzoyan qebûl kirîye
Lîtva dixweze “dîroka açix” derbazî Ermenîstanêke.Derheqa wê yekêda serekwezîra Lîtvayê Îngrîd Şîmonîtê elam kirîye, wextê ku ewê li Vîlnyûsê serokê parlamênta Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan qebûl kirîye. Serekwezîra Lîtvayê difikire, wekî li Ermenîstanê çiqasî “zêde Avropa” hebe, awqasî zêde welatê dewlemend û bêqezîyabe. Bo wê yekê jî Vîlnyûs hazire cêribandina werguhastinên dêmokratîk û dîroka açix derbazî Yêrêvanêke. Serekwezîrê daye dîyarkirinê, wekî Lîtvayê bixwesta tevî Ermenîstanê tûrîzm bida pêşxistinê.