Sereke

Teşkîleta Freedom House-ê berbirî Adirbêcanê bûye û gotîye wekî piştgirîyê bidine mehkema Avropayêye mafên mêriv, ku pirsên dîlên leşkerî bêne gotûbêjkirinê

Teşkîleta Freedom House -ê elametî belav kirîye, bi kîjanêva xemgînîya xwe daye dîyarkirinê, girêdayî wê yekêra, wekî dîlên ermenîye leşkerî li Adirbêcanê tên zêrandinê. Çawa bersiva wê yekê teşkîlet berbirî serokatîya Adirbêcanê bûye, ku piştgirîyê bidine cedandina mehkema Avropayêye mafên mêriv, ku wan pirsa gotûbêj bikin.Nava elametîyêda Freedom House -ê daye dîyarkirinê, wekî nenihêrî qewilên elametîya 9-1O-ê mijdara sala 2O2O-î, herdu alî jî borcdar bûne ku girtîya paşda vegerînin. “Girtîyên ermenî nava dîltîyêda rastî zordarîya û nuxsankirinê hatine, derheqa kîjanada malperên sosîyalîda înformasîya belav bûne û ew înformasîya ji alîyê teşkîleta Human Rights Watch-da pêşda hatibûne kontrolkirinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button