Sereke

Adirbêcanê cêribandîye tabîyên xwe li beşên sînorê Ermenîstanêyî alîyê Vardênîsê û Sîsîyanê pêşda bînin: hêzên Ermenîstanê ew yek dane sekinandinê

13-ê gulanê, hêzên azêrîyaye sîlihkirî careke mayîn bi menîya wa gotî “rastkirina sînora”, cêribandine provokasîya bi sirê hindava Komara Ermenîstanê mîyaserkin, cêribandine tabîyên xweye li alîyê Vardênîsê û Sîsîyanê pêşda bînin. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye parastinê elametî belav kirîye.
“Li herdu alîya jî pêşdahatina azêrîya hatîye sekinandinê û dew hatîye kirinê, ku azêrî paşda vegerine ser tabîyên xwe. Wezîreta Ermenîstanêye parastinê wê yekê çawa provokasîya eşkere qîmet dike û bona ku ji bûyarên xirab dûr bimînin, dewê dike ku hêzên azêrîya paşda herine ser tabîyên xwe û ji cêribandinên wî cûreyî paşda bisekinin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button