Sereke

Bêdengîya civaka navnetewîye hindava kirinên vî cûreyî bona tevlîhevkirina herêmê qezîyaye: Ayvazyan gotîye Rîkêr

13-ê gulanê, borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan bi têlefonê tevî borcbirê cîgirê sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî alîyên pirsên avropî û avrasîyayî Fîlîp Rîkêr xeberdaye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.
Têma xeberdanêye hîmlî derheqa bêqezîyabûn û qewînbûna herêmêda bûye. Borcbirê wezîr, Ara Ayvazyan, kirinên Adirbêcanêye provokasîyone li ser têrîtorîya Ermenîstanê û halê pêşdahatî raber kirîye.Ara Ayvazyan daye dîyarkirinê,wekî bêdengîya civaka navnetewîye hindava vê yekêda bona aramî û bêqezîyabûna herêmê qezîyaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button