Sereke

Bêqezyabûna welêt û sînorên welêt nayêne bazarkirinê: elametîya admînîstrasîya serokkomarê Ermenîstanê

Halê li qeza Ermenîstanêye Syûnîkê sazbûyî, serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan çawa bûyareke xemgînî qîmet dike û girîng hesab dike ku ew yek lez bê helkirinê.
“Gerekê gavên pêwîst û lez bêne avîtinê ku Komara Ermenîstanê, berjewandîyên welatên Ermenîstanê û bêqezîyabûna welêt biparêzin. Serok û admînîstrasîya serok tevî organên dewletêye anegor nava pêwandîyadanin. Ji qeza Syûnîkê jî înformasîya tên stendinê. Tabîya serokkomar ewe wekî bêqezîyabûn û parastina sînora nayêne bazarkirinê, her gaveke dijî vê yekê tiştê gunehkarkirinêye û gerekê bersiva zelal û lez bê dayînê, usa jî civaka navnetewî gerekê bêdeng nemîne. Heger hal diha sertbe, wî çaxî temamîya cabdarîya wê yekê dikeve ser alîyê Adirbêcanê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button