Sereke

Eva pirsgrêka lokal nîne, lê bingeha wê diha berfirehye: katibê şêwira bêqezîyabûnê

Sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîngoryan gotîye têlêvîzîyona Ermenîstanêye Civakî wekî destpêkirina şuxulkrîya nava organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda wê alî bike ku halê dora Syûnîkê sazbûyî, bidine rastkirinê.
“Me qirar kirîye ku em berbirî Organîzeya Bêqezîyabûna Kolêktîv bibin û me şuxulkarî destpê kirîye û em hêvîdarin, wekî şuxulkarî wê alî bike ku em pirsê bi temamî helkin.Ez li ser wê fikirême, wekî ewê bibe pirsa wede. Em vê pirsê çawa pirsa lokal nabînin, çimkî Adirbêcanê elam kirîye, wekî bi tevbûna 15 hezar leşkera wê telîmên berfireh derbazke”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button