Sereke

Gavên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve lez bona îzinnedayîna sertbûna hal pêwîstin: Paşînyan

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna şêwira bêqezîyabûnê halê li qezayên Syûnîkê û Gêgarkûnîkê, yê li çend beşên sînor raber kirîye û teslîmî serokên serwêrtîyên anegor kirîye ku tevî Organîzeya Bêqezîabûna Kolêktîv hevraxeberdana destpêkin bona ku pêşerojêda îzinê nedin, ku hal sertbe.
“Eva îdî roja dudaye ku li qeza Syûnîkê û li nehîyên dor-bera hal serte. Menî ewe, ku hinek komên leşkerên azêrîya sînorê Ermenîstanêye dewletêra derbaz bûne. Hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî gavên anegor avîtine. Ji hinek cîha azêrî nava encamên gavên leşkerên ermenîda paşda vekişîyane. Hetanî niha sîlih nehatine xebitandinê. Lê belê, nêzîkî 25O-î wekîlên leşkerîya azêrîya dîsa li qeza Syûnîkê û Gêgarkûnîkêne. Bi van gava zelal dibe, wekî azêrî provokasîyayê mîyaser dikin, ya ku dikare bi meremên leşkerî-sîyasîbe.
Ez dixwezim bêjim, wekî azêrî ne ku bona pirsên helkirina sînor usa kirine, lê ew bi meremê provokasîyayê ew yek kirine.
Ya ewlin ewe, wekî ew dicêribînin bi xerîtên feşkirî, nerast, bêjin ku ew topraxa azêrîyaye. Xerîtên hêna Sovyêtê îzbatbûyî didine kifşê, wekî hîmê gotinên azêrîya tune û ew derheqa wê yekêda baş zanin.
Ya duem, roja destpêkirina wan provokasîya, Adirbêcanê derheqa derbazkirina telîmên leşkerîda elam kir.
Ya sêem, meha nîsanêda serokê Adirbêcanê eşkere gef li Ermenîstanê xwerin û got, wekî ewê bi xebitandina qewatê sivderê di navbera Adirbêcanê û Nexçêvanêda veke.
Qîmetê me yeke, anegorî xalên alîkrîya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve, wextê kîjanê dewletên endam mêxanîzma şêwirdarîya aktîv dikin.
Ez teslîmî borcbirê wezîrê parastinê Vagarşak Harûtyûnyan, borcbirê wezîrê karên der Ara Ayvazyan, sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan dikim, ku hevraxeberdana tevî Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv destpêkin, bona ku pirs bê helkirinê.
Ez didime dîyarkirinê, wekî nenihêrî wê yekê, ku hetanî niha sîlih nehatine xebitandinê, pêwîste ku gavên anegor bêne avîtinê boan ku hal sert nebe û sînorên Ermenîstanê, qewînbûn û serbixwetî bêne parastinê.Em van mecala çawa endama organîzeyê didine xebatê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button