Sereke

Kirinên Adirbêcanê bona temamîya herêmê qezîyayê raber dikin: Ara Ayvazyan gotîye seroka OHBA-ê

13-ê gulanê bocbirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan bi têlefonê tevî seroka Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê, wezîra Swêdêye karên der Ann Lîndê qise kirîye.Têma axaftinêye hîmlî derheqa halê li ser sînorê Ermenîstanê bûye. Borcbirê wezîr Ayvazyan halê li qeza Syûnîkê, yê nava encamên kirinên leşkerên Adirbêcanêda pêşdahatî, raber kirîye. Ayvazyan ew yek tiştê îzinnedayînê hesab kirîye, çimkî cêribandinên dijî sînorên Ermenîstanê hatine kirinê, mafên navnetewî teribandine. Herdu alî jî li ser wê fikirê bûne, wekî kirinên wî cûreyî gavên dijî bêqezîyabûn û armaîya herêmêne. Alîya ew yek îzbat kirîye, ku tevayî gav bêne avîtinê ku bêqezîyabûn, aramî û qewînbûna herêma Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê bêne xweykirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button