Sereke
Li Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bi guhdarî dîna xwe didine halê li Syûnîkê û heger pêwîstbe gavên anegor wê bêne avîtinê
Sêkrêtarê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv Stanîslav Zas wextê axaftina bi têlêfonê, ya tevî wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Vagarşak Harûtyûgyan û wezîrê karên der Ara Ayvazyan halê li qeza Syûnîkê gotûbêj kirine. Armênprêssê ragîhandîye,wekî malpera organîzeyê nivîsîye:
“Li Organîzeyana Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bi guhdarî dîna xwe didine halê li nehîyên qeza Ermenîstanêye Syûnîkê û heger pêwîstbe, anegorî Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv û anegorî qanûndarîya organîzeyê, gavên anegor wê bêne avîtinê”,- nava elametîya organîzeyêda hatîye gotinê.