Sereke

Organîzeya Netewên Yekbûyî dixweze bêyî dijwarîya dergehê hûmanîtarî li Qerebagê vebe: Dyûjarîk

Berdevkê sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî Stêfan Dyûjarîk derheqa pirsa mîyaserkirina mîsîya organîzeyêye hûmanîtarîye li Arsaxê xeberdaye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî organîze dixweze bêyî dijwarîya, bi mîsîya hûmanîtarî here Qerebagê. Dyûjarîk serda zêde kirîye, wekî rûyê dijwarîyên ji alîyê serokatîya Adirbêcanêda sazkirî, ew yek neqewimîye.
“Em hêvîdarin, wekî pêşerojêda emê nava wê pirsêda pêşda herin”,-Dyûjarîk gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button