Sereke

Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv gerekê hukumî li ser Adirbêcanê bike û heger ew yek alî neke, wî çaxî gerekê dijî agrêsor qewat bê xebitandinê

Bi fikira Taron Hovhannîsyanê şiroçî, heger wextê şerê Arsaxê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv û Rûsîya gotin, ku Arsax têrîtorîya Ermenîstanê nîne, niha Adirbêcan agrêsîyayê mîyaser dike û ketîye topraxa Ermenîstanê, eşkere sînorê dewletê teribandîye, bo vê yekê jî Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv gerekê lez tevî wê prosêsê bibe, çimkî Ermenîstan endama wê sîstêmêye û anegorî peymanê her agrêsîyake dijî welatê endam, wê çawa agrêsîya dijî wê sîstêmê bê hesabê,-Hovhannîsyan gotîye.
“Hemû hîm hene, ku Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv tevî bûyara li Syûnîkê bibe û alîyê azêrîya mecbûrke ku ew leşkerên xwe ji topraxa Ermenîstanê paşda vegerînin. Ji elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên der em pê dihesin, wekî wekîlê meyî nava wê sîstêmêda îdî derheqa wê yekêda elamî hevalkara kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan agrêsîya eşkere dijî Ermenîstanê mîyaser kirîye û serda zêde kirîye, ku hemû tişt gerekê bê kirinê, ku Adirbêcan eskerê xwe paşda bibe”,-şiroçî gotîye.
Bi gotina Hovhannîsyan niha cêribandin tê kirinê, ku pirsê bi rîya dîplomatî helkin, lê heger usa nebe, Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv gerekê borcdarîyên xwe biqedîne, lê heger ew yek jî alî neke, wî çaxî îzin heye dijî agrêsor qewatê bidine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button