Sereke

Parlamêntê elametîya gunehkarkirinê ya derheqa agrêsîya Adirbêcanêye hindava yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanêda qebûl kirîye

Wextê civîna parlamêntêye ji sirêder, projeya elametîyê, ya ku fraksîya “Ermenîstana gulvedayî” raber kiribû, hatîye qebûlkirinê. 86 parlamêntvana dengê xwe daye projeyê.
Pêşda Arman Abovyanê parlamêntvan têksta projeya elametîyê xwendibû.
” Parlamênta Ermenîstnê dide dîyarkirinê, wekî 12-ê gulana sala 2O21-ê li qeza Syûnîkê li alîyê gola Reş hêzên azêrîya sînorê Ermenîstanêyî dewletê derbaz bûne û çend kîlomêtra pêşda hatine, gihîştine gundê Vêrînşênê.Wezîreta Ermenîstanêye parastinê îzbat kirîye, wekî hêzên azêrîya bi menîya “rastkirina sînora”, giva hinek xebat hatine kirinê.
Eyane wekî kirinên hêzên azêrîya bona Komara Ermenîstanê tiştê qebûlkirinê nînin, ew yek agrêsîya dijî têrîtorîya Ermenîstanêye serbeste û Komara Ermenîstanê wê halê sazbûyî qebûl neke.
13-ê gulanê civîneke ji sirêder ya şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê derbaz bûye, wextê kîjanê hatîye dîyarkirinê, wekî halê li qeza Syûnîkê serte. 25O -î wekîlên azêrîyaye leşkerî li wêderê bûne.
Bi hesabhildana sîyasîya Adirbêcanêye dijî ermenîya, van axirîya hindava yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanê gefxwerinên eşkere ji alîyê serokatîya Adirbêcanêda hatine belavkirinê. Parlamênta Komara Ermenîstanê kirinên ji alîyê Adirbêcanêda berk gunehkar dike û dide dîyakirinê, wekî sîyasîya Adirbêcanêye agrêsîv normên mafê navnetewî diteribîne, nava wêda usa jî prînsîpên qanûndarîya Organîzea Netewên Yekbûyî û ew yek jî îzinê dide Komara Ermenîstanê ku anegorî mafê navnetewî û qanûndarîya Komara
Ermnîstanê bersiva agrêsîya Adirbêcanê bide.
Parlamênt ji navê cimeta Ermenîstanê elam dike:
. ji alîkîva emê hemû mecalên anegor bidine xebatê, ku agrêsîya Adirbêcanêye leşkerî bidine sekinandinê û sînorê xweyî dewletê û cimetê biparêzin,
. em bangî civaka navnetewî dikin ku kirinên provokasîyone dijî yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanêye ji alîyê Adirbêcanêda bêne gunehkarkirinê”.
Projeya elametîyê:
“Girdyî dîvêrsîya hêzên Adirbêcanêra, ya 12-ê meha gulanê, wextê ku wekîlên hêzên azêrîya hê paşda venegerîyane û nava encamên hevraxebernadana naxwezin paşda vegerine ser tabîyên xwe, parlamênta Komara Ermenîstanê çawa mandata pêşine tek- tenê, kirinên welatê cînare dijminatîyêye hindava yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanê berk gunehkar dike.
Bi qebûlkirina projeyê wê bê çareserkirinê:
. Her kirineke dijî yektîya têrîtoîyayên Komara Ermenîstanê.
. Mafên binelîyên li ser sînor û jîyana aramî, halê fîzîkî û pisîxolocî.
. Pêrspêktîvên ku ji alîyê ermenîda bona aramîyê û bêqezîyabûnê tên çareserkirinê, yên dijî kirinên azêrîyaye dijî ermenîya.
Garantîya Çareserkirina bêqezîyabûn û yektîya têrîtorîyayên Komara Ermenîstanê, mafên binelîya, halê wanî fîzîkî û pisîxolocî, yên anegorî prînsîpên mafê navnetewî”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button