Sereke

Ji cîhê gola Reş alîyê azêrîya wê paşda vekişe: hevraxeberdan wê piştî du roja berdewambin

Anegorî pevketinên wextê hevraxeberdanên bi tevbûna gênêral Mûradov, yên li Syûnîkê drbazbûyî, bona milahîmkirina halê sert, leşkerên azêrî wê ji sînorê Syûnîkê paşda vekişin, lê ber tabîyên ermenîya ewê du postên xwe bihêlin. Derheqa wê yekêda serkarê gundê Syûnîkêyî Aknêrê Spartak Mînasyan gotîye.
Mînasyan daye dîyarkirinê,wekî tiştên başqe bi hûrgilî eyan nînin, wîra eyan nîne ku cîhleqandina tabîya wê li kîderêbe.
“Li hinek cîha ew gerekê paşda herin.Li ser tabîyên me çadirê bêne cîhwarkirinê.Alîyê azêrîya çadir cîhwar nekirine”,-ewî gotîye.Hevraxeberdan wê piştî du roja berdewambin. Cîgirê serokê Gorîsê Mênûa Hovsêpyan gotîye, wekî alîyê azêrîya hinek qewil pêşda kişandine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button