Sereke
Anegorî hesabên alîkarîya hûmanîtarîye bona Ermenîstanê, nava navnîşa welatada ŞAY, Çînistan û Fransîya cîhên pêşindanin
Anegorî hesabên alîkarîya hûmanîtarîye bona Ermenîstanê, nava navnîşa welatada ŞAY, Çînistan û Fransîya cîhên pêşindanin.Anegorî hesabên meha sala 2O21-ye ewlin hetanî meha sisîya, 5O1,4 tonna eşîya hatine Ermenîstanê, bahê kîjana gihîştîye pênc mîlîon 2O9 hezar dolarî.Alîkarîya hûmanîtarî ji hemûya zêdetir Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Çînistanê û Fransîyayê şandine Ermenîstanê. Nava alîkarîya hûmanîtarîda eşîyayên cûre-cûre, avtomaşîne, dem û dezgeh û mêxanîzm, sol, kum û tiştên başqe hatine stendinê.