Sereke

Emê hemû pirsên girêdayî dîlên leşkerîra bilindkin û dîna xwe bidinê: sêkrêtara Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê

Sêkrêtara Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê Hêlga Marîya Şmîtê bersiva nama serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan daye, ya ku derheqa paşdavegerandina dîlên ermenîye leşkerîda bûye.Sêkrêtara organîzeyê daye dîyarkirinê, wekî ewê bi guhdarî pirsên Sargsyanê serokkomar lêkolîn kirine û ew raberî sîstêmên avropîye anegor kirîye.

“Ez dîna xwe didime hal û tevî hemsedirên koma Mînskê, usa jî tevî wekîlê serokê organîzeyê nava pêwandîyadame. Ez zanim, wekî ew pirs usa jî tevî seroka Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê Ann Lîndê hatine gotûbêjkirinê.

Nava elametîya hemsedirên koma Mînskêda jî ew pirs hatine dîyarkirinê.Hemsedir, usa jî ez û nevsên organîzeyêye mayîne fermî, emê dîsa dîna xwe bidine hal û vê pirsê bilindkin”,-Hêlga Şmîtê namêda nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button