Sereke

Vagarşak Harûtyûnyan halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya pêşdahatî raberî sêkrêtarê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv kirîye

17-ê gulanê borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Vagarşak Harûtyûnyan bi têlefonê tevî sêktrêtarê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv Stanîslav Zas xeberdaye. Vagarşak Harûtyûnyan halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya raber kirîye û daye dîyarkirinê, wekî nenihêrî wê yekê ku anegorî pevketina destanî çend komên leşkerên azêrîya paşda vegerîyane li ser tabîyên xwe, lê beşeke wan dîsa li ser erdê Ermenîstanêye û rûyê provokasîya azêrîyada pirs hê nehatîye helkirinê. Harûtyûnyan gotîye wekî leşkerên azêrîya bin kontrola pareskerên ermenîdanin, lê li herdu alîya jî hêzên mezin hatine berevkirinê û heger pirs neyê helkirinê encamên xirab wê pêşda bên.

Stanîslav Zas sirîya xweda gotîye, wekî li organîzeyê bi guhdarî dîna xwe didine halê pêşdahatî û wê pirsê nava van rojada li Duşembê gotûbêj bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button