Sereke

Vagarşak Harûtyûnyan û Sêrgêy Şoygû halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya gotûbêj kirine

Xeberdana bi têlefonê, ya borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê  Vagarşak Harûtyûnyane tevî wezîrê Rûsîyayêyî parastinê Sêrgêy Şoygû derbaz bûye.

Vagarşak Harûtyûnyan  halê li ser sînorê ermeîya-azêrîya raber kirîye û daye dîyarkirinê, wekî nenihêrî wê yekê  anegorî pevketina destanî, çend komên leşkerên azêrîya paşda vegerîyane li ser tabîyên xwe, lê beşeke wan dîsa li ser erdê Ermenîstanêye û rûyê provokasîya azêrîyada pirs hê nehatîye helkirinê.Borcbirê wezîr ew yek çawa tiştê îzinnedayînê hesab kirîye ku Adirbêcan gava dijî topraxên Ermenîstanêye serbixwe diavêje û serda zêde kirîye, wekî heger pirs neyê helkirinê, encamên xirab dikarin pêşda bên.

Wezîrê Rûsîyayêyî parastinê daye bawarkirinê, wekî pirs merkeza guhdarîya serokatîya Rûsîyayêdane û wekî Moskva resmî wê hemû cedandina bide xebatê, bona ku hal bi cûrê edil bê rastkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button