Sereke

Wezîrê Fransîyayêyî karên der bangî Bekûyê û Yêrêvanê kirîye ku dora derxistina hêzên azêrîyaye ji topraxa Ermenîstanê hevra pevkevin

Wezîrê Fransîyayêyî karên der Jan Îv Lê Dryan bangî Bekûyê û Yêrêvanê kirîye ku dora derxistina hêzên azêrîyaye ji topraxa Ermenîstanê hevra pevkevin. Derheqa wê yekêda  wezîrê Fransîyayê wextê axaftinên bi têlefonê, ya tevî borcbirê wezîrê Ermenstanêyî karên der Ara Ayvazyan û wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov gotîye.

“Girêdayî halê sertî li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanêra, Jan Îv Lê Dryan derheqa  xemgînîya Fransîyayêda û xweykirina yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanêda bîr anîye. Fransîya bi guhdarî dîna xwe dide hal û bangî alîya dike ku dîyalogê berdewamkin, bona ku derxistina hêzên azêrîyaye ji Ermenîstanê bidine çareserkirnê”,-ji wezîretê ragîhandine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button