Sereke

Elîyêv tevî alîyê rûsa nikare pirsa «sivdera Zangêzûrê» gotûbêj bike: «Xudîya sîstêma rîya hesinî Ermenîstane»: ofîsa cîgirê serekwezîr

Piştî ketina hêzên azêrîyaye nava têrîtorîya Ermenîstanê, prêssa Adirbêcanê careke mayîn înformasîyayên derheqa dayîna  sivdera Syûnîkêye bona Adirbêcanê belav dike.

Derheqa  «sivdera Zangêzûrê»-da 11-ê gulanê usa jî serokê Adirbêcanê elam kiribû û gotibû, wekî ew sivder wê li ser hîmê wê yekê bê vekirinê ku rîya  Ermenîstanêye hesinî destê rûsadane û Beku wê pirsê tevî alîyê rûsa gotûbêj dike.Ji  ofîsa cîgirê serekwezîr Mihêr Grîgoryan elam kirine, wekî nava koma xebatêye sazkirîda pirsa derheqa sivderêda nehatîye gotûbêjkirinê û nayê gotûbêjkirinê, gotûbêjkirin tenê derheqa vekirina rîyada derbaz dibin.

Ji ofîsa cîgirê serekwezîr usa jî elam kirine, wekî rêyên Ermenîstanêye hesinî yên Ermenîstanêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button