Sereke
Raportkirê parlamênta Avropayê wê bê Yêrêvanê bona ku encamên şerê Arsaxêyî hûmanîtarî lêkolînke
Ji 19-a hetanî 22-ê gulanê ji navê komîsîya parlamênta Avropayêye mîgrasîyon, mihacira û binelîya Pol Gavanê li Ermenîstanê biqeside bona ku raporta xwe derheqa encamên hûmanîtarîye ji dew-doza di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda pêşdahatî înformasîyona berevke. Gavanê rastî parlamêntvana, nava wanda usa jî serokê parlamêntê, wekîlên wezîretên cuda bê. Seredanê îzinê bide wî ku ew diha baş rola teşkîletên navnetewîye nava wê pirsêda fem bike. Gavan têra divîne ku havînê jî bona berevkirina înformasîya li Adirbêcanê biqeside û payîzê raporta xwe ser hevda bîne.