Sereke
“Gurên gewir” wê bikevine nava navnîşa têrorîsta
Parlamênta Avropayê hazir dibe ku anegorî raporta xwe koma “Gurên gewir” bike nava navnîşa komên têrorîstî û êkstrêmîsîye li Avropayê.Têlêvîzîyona almanîye Deutsche Welle -ê elam kirîye, wekî nava raporta Avropalamêntêye derheqa Tirkîyayêda bangî Yektîya Avropayê kirine ku wê komê bikine nava navnîşa têrorîsta. Hatîye dîyarkirinê, wekî gavên anegor dijî vê komê bêne avîtinê, ya ku xemgînîyê li Tirkîyayê û li welatên Yektîya Avropayê pêşda tîne. Malpera almanî daye dîyarkirinê, wekî hatîye pêşdakişandinê ku ew kom, dijî kurda, ermenîya û yûnana qezîyayê raber dike.