Hindistan bi xemgînî dîna xwe dide halê li ser sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê.Derheqa wê yekêda Armênprêssê ragîhandîye û daye dîyarkirinê, wekî wekîlê wezîreta Hindistanêye karên der elametîya wî cûreyî belav kirîye.
“Teribandinên sînore bi destî wekîlên leşkerî dikarin hal bidine tevlîhevkirinê û opêrasîyonên leşkerî careke mayîn destpêbin. Em berbirî alîyê azêrîya dibin ku hêzên xwe paşda vegerînin û her provokasîyakê bidine sekinandinê”,- malpera wezîreta Hindistanê nivîsîye.Hatîye dîyarkirinê, wekî Hindistan her dem alî wê yekê dike ku pirsgirêk bi rîya edil bêne helkirinê.