SerekeSîyasî

Pirsgirka tevî kurda Tirkîya dikare vegerîne berbi Ermenîstanê: kurd hewcetîya yekbûna cedandina dibînin

Li Tirkîyayê, Îraqê, Sûrîyayê pêwandîyên tirka û kurda dîsa sert dimînin. Bi taybetî li Tirkîyayê hêzên tirka tevî wekîlên PKK-ê dikevine nava pevçûyîna û herroj kuştî û birîndar hene. Ev hal usa jî tesîra xwe li ser Ermenîstanê dihêle.Wekîlên dîyaspora kurda difikirin, wekî qewînbûna pêwandîyên ermenîya-kurdaye nava van qewilada dikeve nava rojevê û ew yek dikare qezîya tirkaye bona herdu cimeta bide sekinandinê.Nava tirkzanada ew fikir tê qebûlkirinê, lê bi hinek alîyava.

Desthilatdarîya tirka  herroj êrîşa dibe ser hêzên kurda, rûyê çida herroj kuştî û birîndar hene. Derheqa wê yekêda serokê şêwira kurdîye li Ermenîstanê Kinyazê Hemîd gotîye. Bi gotina wî van dawîya ew pevçûyîn diha zêde bûne:

“15-2O roj pêşda desthilatdarîya tirka têknîka leşkerî cîguhastî kiribûn ku dora şerkarên PKK-ê bigrin. Sê roj pêşda jî pevçûyînên nû qewimîne û dema ku dîtine ku nikarin li ber hêzên kurda ber xwe bidin, destpê kirine çekê kîmîyayî bidine xebatê”.

Tîran Lokmagyozyanê tirkzan difikire wekî ji tesîra pevçûyînên di navbera Tirkîyayê û PKK-da, Ermenîstan jî dûr namîne, tirk nava vî halîda jî propaganda dijî ermenîya didine xebatê:

“Ew her dem înformasîyayên derew belav dikin û beşeke wan jî derheqa kurdadane. Ew dibêjin ku giva kurd bi sîlihên xwe derbazî Ermenîstanê dibin, diçin Qerebagê hazir dibin, têrorê dikin. Bi wê yekê ew ne tenê kurda dixin, lê usa jî dijî ermenîya propagandayê dikin”.

Kinyazê Hemîd difikire wekî ermenî û kurd xudîyê yazîkîne û dijminê wan jî yeke. Ew hesab dike ku herdu cimet gerekê bibin yek.

 Lokmagyozyanê tirkzan jî dide dîyarkirinê, wekî gerekê hema kurd bibin yek.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button