SerekeSîyasî

Teribandina sînorê Ermenîstanê dijîderketina hindava Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve: Ayvazyan

19-ê gulanê, li Duşembê civîna şêwira wezîra, ya Organîzeya Peyana Bêqezîyabûna Kolêktîve karên der bi teşkîla teng, lê paşê jî bi teşkîla berfireh derbaz bûye. Serokatîya dêlêgasîya Ermenîstanê kirîye borcbirê wezîrê karên der Ara Ayvazyan. Çawa berdewama gotûbêjkirinên rojekê pêşda, borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der bi hûrgilî halê bêqezîyabûna  Herêma Qafqasîyayê raber kirîye û derheqa teribandina sînorên Ermenîstanêda merkeza guhdarîyêda xweyî kirîye. “Teribandina sînorê Ermenîstanêye ji alîyê hêzên azêrîyada bona welatên endamên organîzeyê, yektîya têrîtorîya û serbixwetîyê qezîyayê raber dike, û ew yek jî gaveke dijî sîstêma bêqezîyabûna organîzeyêye”,- Ayvazyan gotîye. Bi xeberdana derheqa dew-doza Qerebagêda, Ara Ayvazyan gotîye wekî xebitandina qewatêye ji alîyê Adirbêcanêda nikare pirsgirêkê helke, pirsgirêk gerekê li ser dika sîyasî-dîplomatî, bin bandora hemsedirtîya koma Mînskêda bê helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button