Sereke

Baylozên welatên Avropayê li cîhên sînorên ermenîya-azêrîya qesidîne

Fermandarê pareskerê Ermenîstanê Samvêl Mînasyan, 2O-ê gulanê tevî 11 baylozên welatên Avropayê û sê wekîlên Yektîya Avropayê halê li ser sînorê ermenîya-zêrîyaye li alîyê gola Reş raber kirine.

Samvêl Mînasyan daye dîyarkirinê, wekî sînorê ermenîa-azêrîya anegorî sînorê Ermenîstana Sovyêtêye admînîstratîv derbaz dibe, yê ku sala 1969-a hatîye rastkirinê û ew anegorî dokûmênta, îmza, bi morên anegor hatine raberkirinê. Bi gotina wî, 12-ê gulanê parsekrên Adirbêcanê sînorê dewletê teribandine û bi kûraya 3,5 kîlomêtra ketine nava têrîtorîya Ermenîstanê. Bi gotina fermandar, hal tê kontrolkirinê. Bayloza pirsên xwe dane fermandarê ermenî û pirsîne ku gelo li alîyê Adirbêcanê berevbûnên esker hene, yan na. Fermandarê paresker gotîye, wekî li ser sînorê Adirbêcanê berevbûn hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button