SerekeSîyasî

Li Avroparlamêntê bang kirine ku hevraxeberdanên bona endemtîya Tirkîyayêye nava Yektîya Avropayêda bidine sekinandinê

Pêwandîyên di navbera Yektîa Avropayê û Tirkîyayêda gihîştine dereca dîrokîye nimiz û Yektîya Avropayê gerekê bi temamî wana lê binihêrin.Derheqa wê yekêda ajansa TASS-ê li ser hîmê  raporta Avroparlamêntêye derheqa Tirkîyayêda, ragîhandîye. Bi gotina parlamêntvana, li Yektîya Avropayê gerekê hevraxeberdanên bona endemtîya Tirkîyayêye nava Yektîya Avropayêda wî çaxî bidine sekinandinê, heger Enqere gavên anegor nevêje. Feqet li Enqerê raporta Avroparlamêntêye derheqa Tirkîyayêda înkar kirine û dane dîyarkirinê, wekî endemtîya  wane nava Yektîya Avropayêda armanca  wane stratêcîye. Anegorî înformasîyona wezîreta Tirkîyayêye karên der, welatê wan wê cedandinên xwe berdewamke û ew hîvîyêne, wekî Avroparlamêntê cedandinên xwe bide xebatê ku heleqetîyên tevî Tirkîyayê berbi başîyê herin û wê piştgirîya întêgrasîya nava Yektîya Avropayêda bike.Wekîlê wezîreta Fransîyayêye karên der Klêman  Bon pêşda elam kiribû wekî pirspêktîvên Tirkîyaêye bona endamtîya nava Yektîya Avropayêda hê tunene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button