Sereke

Yektîya Avropayê hukumê xwe nedaye xebatê bona ku Beku û Yêrêvan dora sivira hevraxeberdana rûnên

Parlamênta Avropayê bi xemgînî dide dîyarkirinê, wekî Yektîya Avropayê li Qerebagê bona îzbatkirina qayîlnivîsara dora agirbestê hazir nîbûye. Derheqa wê yekêda nava projeya rêzolyûsîya Avroparlamêntêda hatîye gotinê, ya ku gerekê 22-ê gulanê layîqî begemîyêbe. Parlamêntvana gotîye, wekî gerekê alîkarîya hûmanîtarî derdewam bikin, piştgirîyê bidine cedandinên xweykirina mîrata çandî û ruhanî û usa jî piştgirîyê bidine teşkîletên civakîye li Ermenîstanê û Adirbêcanê, yên ku bona lihevanîna alîya xebatê dikin. Bi wê yekêva tevayî  parlamêntvan berbirî wekîlê Yektîya Avropayêyî sîyasîya der û bêqezîyabûnê Jozêp Borêl dibin, wekî alîkarîya anegor bona Ermenîstanê û Adirbêcanê pêwîste, bona ku rêjîma agirbestê bê qewînkirinê. Parlamêntvan hesab dikin, wekî wextê civîna payîzê, ya hevkarîya rohilatê, gerekê pirsa bêqezîyabûn û qewînbûna Qafqasîya  başûr bê bilindkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button