Sereke

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk: me elametî stendîye ya ku îzbat dike, wekî koalîsîyona navnetewî li herêmê dîsa wê piştgirîyê berdewamke

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokrtîk Mezlûm Ebdî rastî fermandarê hêzên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Îraêqê û Sûrîyayê  Pol Kalvêrt, usa jî fermandarê  Ştatên Yekbûîyî merkezî Kênnêt Makkênzî hatîye. Mezlûm  Ebdî daye dîyarkirinê, wekî wextê hevdîtinê pirsên bêqezîyabûn û êkonomîka herêmê hatine gotûbêjkirinê.Ewî gotîye, wekî koalîsîyona navnetewî wê dîsa şerkarîya dijî DAÎŞ-ê berdewamke û nava wê yekêda hevkarî wê berdewambe.Wextê hevdîtina pêşda, ya tevî dêlêgasîya  Ştatên Yekbûyî, ya bi serkarîya alîkarê sêkrêtarê dêpartamênta  ŞAY Co Hûd, Mezlûm Ebdî dabû dîyarkirinê, wekî pewîste ku koalîsîyona navnetewî li herêmê bimîne bona ku nava şerê dijî DAÎŞ-da bighîjine serkeftinê û li Rojavayê qewînbûn îzbatbe. Meha adarêda sêkrêtarê dewlet Êntonî Blîkên rola pêşmerga, hêzên Îraqê û hêzên Sûrîya Dêmokratîke nava şerê dijî DAÎŞ-da bilind qîmet kiribû. Blînkên îzbat kiribû, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî tevî koalîsîyona navnetewîye û wê dijî DAÎŞ-ê şerkarîyê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button