Peyî Arsaxêra Adirbêcan dicêribîne têrîtorîyayên li rex sînorê Ermenîstanê dagir bike:Ayvazyan
Civîna komîtêya wezîra, ya Şêwira Avropayêye onlayn derbaz bûye, wextê kîjanê usa jî borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan bi axaftin pêşda hatîye.Ara Ayvazyan derheqa şerê Arsaxêyî sala 2O2O-da xeberdaye. Ewî guhdarîya welatên endamên Şêwira Avropayê teglîfî ser teribandinên mafê navnetewî, nêzîkbûnên nuxsankirinêye hindava dîlên ermenî, xweykirina heykelên Arsaxêye dîrokî û pirsên başqe kirîye. Bi gotina Ayvazyan, rûyê tunebûna bersiva derheqa teribandinên mafên navnetewîda, wekî çi li Arsaxê hatîye kirinê, Adirbêcanê sîyasîya wî cûreyî hindava Ermenîstanê berdewam kir û cêriband têrîtorîyayên li rex sînor dagir bike û binelîyên cîh ji mecalên jîyanê miqûf bihêle.
“Heger em qewata nû nedine cedandinên xweye bona garantîya bêqezîyabûna dêmokratîyayê, li Avropayê meremê bona yekîtîyê wê çaxa xiyal bimîne, bi taybetî bona wan, yên ku nava zonayên dew û dozada dijîn”,-borcbirê wezîrê karên der gotîye.