Sereke

Azêrîya dew kirîye ku ber xwe nedin û wan cîha azakin: îş hatîye vekirinê

Girêdayî wê yekêra, wekî qulixçîyên Adirbêcanêye leşkerî sînorê Ermenîstanêye dewletê bi neqanûnî teribandine, yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanê hatîye teribandinê û qulixçîkî Ermenîstanêyî leşkerî hatîye kuştinê, îş hatîye vekirinê. Hatîye ragîhandinê, wekî 25-ê gulanê, piştî denê nîvro, bi teşkîldarîya fermandarên azêrîya, komeke leşkerên azêrîya bi neqanûnî  li alîyê qeza Gêgarkûnîkê sînor teribandine û derbazî alîyê  Ermenîstanê bûne. Azêrîya bang kirîye ku leşkerên ermenî ji wandera dûrkevin, dew kirine ku ber xwe nedin û wan cîha azakin. Nava wê qamle-qalmêda, bi zanebûn hatîye agirkirinê, nava encamê kîjanêda qulixçîkî Ermenîstanêyî leşkerî birîndar bûye. Ew cîguhastî hospîtalê kirine, lê paşê ew wefat bûye.Îşê mehkemê hatîye vekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button