Sereke
Serokkomarê Ermenîstanê û baylozê Fransîyayê derheqa gavên Bekûyêye dijî yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanê xeberdane

Serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan 25-ê gulanê baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Jonatan Lakot qebûl kirîye. Hatîye ragîhandinê, wekî Armên Sargsyan û baylozê Fransîyayê derheqa halê sînorê Ermenîstanê û gavên dijî yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanê xeberdane û usa jî derheqa paşdavegerandina dîlên ermenîye leşkerî û merivên sîvîle ku li Adirbêcanê tên xweykirin, dane dîyarkirinê. Fikir dora bêqezîyabûna herêmê û pirsên qewînbûnê, heleqetîyên dualî, hatine pevguhartinê.







