Sereke

Almanîyayê piştgirîya bona Kurdistanê, ya çawa cîhê bona mihacira bêqezîya, berdewam bike

Almanîyayê piştgirîya bona Kurdistanê, ya çawa cîhê bona mihacira bêqezîya, berdewam bike. Derheqa wê yekêda baylozê Almanîyayêyî li Îraqê Olê Dîl, wextê hevdîtina tevî serokê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî, gotîye. Têma derheqa halê sîyasî û halê herêmêyî hûmanîtarîda bûye, wextê kîjanê bayloz daye dîyarkirnê, wekî Almanîya tevî Kurdistanê dişuxule û Kurdistanê hesab dike çawa hevkara girînge li Rojhilata Navîn. Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî bona piştgirîya Almanîyayê, ya hindava hêzên pêşmerga û cimeta  Kurdistanêye wextê şerê DAÎŞ-ê, razalixî elam kirîye û pêwandîyên di navbera Hewlêrê û Bêrlînêda silav kirîye.

Lîdêrê kurd derheqa piştgirîya xweye hindava mîsîya almanîye dîplomatîda îzbat kirîye û daye dîyarkirnê, wekî cimeta Kurdistanê bona azayê  qurbanîyên mezin dane, û bona wê yekê jî ewê wê azayê xweykin û qewîn bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button