Leşkerên ermenîye dîlketî gerekê lez paşda vegerînin: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Ev kirinên provokasîyone ji alîyê serokatîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasîda kirî hal diha zêde didine sertkirinê. Derheqa wê yekêda nava elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatîye gotinê.
“Ji 12-ê gulanêda pareskerên azêrîyaye ku ketine têrîtorîya Ermenîstanêye serbixwe, kirinên xweye provokasîyon berdewam dikin. Nava encamê wê yekêda 27-ê gulanê li beşeke sînore li qeza Gêgarkûnîkê, wextê mîyaserkirina xebatên înjênêrîyê, şeş qulixçîyên ermenîye leşkerî hatine dorgirtinê û dîlhildanê.
Ev kirinên prokasîyone ku ji alîyê serokatîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasîda tên kirinê, bi wî meremîne ku hal diha zêde bidine sertkirinê, yê ku dikare aramî û qewînbûna herêmê bike bin qezîyayê.
«Em xebitandina qewatêye dijî yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê berk gunehkar dikin û didine dîyarkirinê, wekî cabdarîya van hemû kirinên hêzên azêrîya dikeve li ser serokatîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî. Qulixçîyên ermenîye dîlketî gerekê lez bêne paşdavegerandinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.







