Sereke
Niha gotûbêjkirinên derheqa elamkirina halê leşkerîda û derbaznekirina hilbijartinada tunene: Lîlît Makûns
Niha gotûbêjkirinên derheqa elamkirina halê leşkerîda û derbaznekirina hilbijartinada tunene. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, seroka fraksîya “Gava min” Lîlît Makûnsê gotîye, dema ku ewê bersiva wê pirsê daye ku gelo nava encamê halê sertî li ser sînor, hilbijartin dikarin derbaz nebin. Makûnsê gotîye wekî tiştê usa wê tunebe û sîstêmên anegor hemû tiştî dikin ku tiştê usa neqewime.