Paşînyan dibêje, wekî diqewime mecala berbirîbûna berbi şêwira Organîzeya Netewên Yekbûyî bê kirinê
Meremê gavên Adirbêcanêye li ser têrîtorîya ermenîya ewe, ku pevçûyînên leşkerî hebin û çawa ku serokê Adirbêcanê berê elam kiribû, ku bi xebitandina qewatê sivderê çêkin. Nîkol Paşînyanê borcbirê serekwezîr gotîye, wekî niha lezbûna kirinên Organîzeya Peymana Bqezîyabûna Kolêktîv têrê nake, lê Ermenîstanê wî alîda bixebite. Zûtirekê borcbirê wezîrê parastinê wê here Rûsîyayê,- Paşînyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî gerekê hevkarîya tevî hevalkarên organîzeyê û Rûsîyayê bidine kûrkirinê. Nenihêrî vê yekê, borcbirê serekwezîr gotîye, wekî diqewime berbirî şêwira Organîzeya Netewên Yekbûyîye bêqezîyabûnê jî bibin.
“Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv tabîya zelal nedaye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan gerekê eskerên xwe derbixe”,- Paşînyan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcanê hindava Ermenîstanêda agrêsîya daye kifşê. Paşînyan usa jî gotîye, wekî du pêşnîyarên nivîsar hatine raberkirinê, derheqa kîjanada cara ewlin tê gotinê.
“Ya ewlin paşdavegerandina temamîya dîlaye, ya duem, me koordînat dane ku eskerê Adirbêcanê gerekê kî alîbe. Ji wî çaxîda destpêkirî me tu bersiv nestendîye”,- borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê gotîye.