Rûsîya cedandinên aktîv dide xebatê, ku halê li Syûnîkê bê normalkirinê: Kopîrkîn
Heleqetîyên rûsa-ermenîyaye tifaqdarîyê ne van axirîya, ne jî bi xwestina hinek şuxulkarên sîyasî pêşda nehatine. Heleqetîyên me nava sedsalada çêbûne. Derheqa wê yekêda baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn gotîye. Bi gotina wî, Rûsîya û Ermenîstan bi gelek pêwandîyava hevva girêdayîne: “Dîroka heleqetîyên me ya sedsalaye. Gelek tişt me dighînine hev. Wê yekê usa jî gerekê niha bîr nekin. Ew cêribandinên ku cimeta ermenî navra derbaz bûye heleqetîyên meye tifaqdarîyê didine kifşê”. Bayloz daye dîyarkirinê, wekî niha bona kûrkirina heleqetîyên dualî gavên anegor tên avîtinê. Xebat bi formata sêalî tê kirinê û nava wî îşîda rola baza rûsîye leşkerîye li Ermenîstanê heye. Rûsîyayê da kifşê, wekî ew gavên aktîv diavêje, bo ku halê li Syûnîkê bê normalkirinê.