Sereke

Admînîstrasîya Baydên desta alîkarîyêye bona halê piştî şêr, ya bahê 24, OO5,OOO dolar pêşnîyarî Ermenîstanê dike

Admînîstrasîya Baydên desta alîkarîyêye bona halê piştî  şêr, ya bahê 24, OO5,OOO dolar pêşnîyarî Ermenîstanê dike. Komîsîya data Ermenîye li Amêrîkayê daye dîyarkirnê, wekî nava byûcêya serokê  ŞAY-da derheqa Arsaxêda nehatîye dîyarkirinê. Koalîsîya sênatora û kongrêsmênaye ji herdu partîya çend cara bangî admînîtrasîyayê kirîye ku alîkarîya sed mîlîon dolarî bidine Ermenîstanê û Arsaxê. Serokê komîsîyayê Aram Hambaryan daye dîyarkirinê, wekî hukumata  amêrîkî mecal başqe kirine ku alîkarîya  leşkerîye bahê 12O mîlîon dolarî bidine Adirbêcanê û paşê pêşnîyar kirîye, ku beşeke wan pera bidine malbetên wan arsaxîya, malên kîjana hatine tunekirinê û ew jî hatine cîşihitandinê. “Kongrês gerekê alîkarîya leşkerîye bona Adirbêcanê bike sifir û piştgirîya Arsaxê û Ermenîstanê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button