Sereke

Harûtyûnyan û Şoûgû pevketina derheqa gavên bona helkirina pirsgirêka li ser sînorê Ermenîstanê dest anîne

Borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê 28-ê gulanê li Moskvayê rastî wezîrê Rûsîyayêyî parastinê gênêral Sêrgêy Şoygû hatîye. Armênprêssê ragîhadîye, wekî wextê hevdîtinê pirsên derheqa mîsîya aşîtîparêzîye li Qerebagê, halê li qezayên Ermenîstanêye Syûnîkê û Gêgarkûnîkê, usa jî pirsên derheqa hevkarîya ermenîya- rûsaye leşkerî û bêqezîyabûna herêmêda hatine gotûbêjkirinê.Ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê ragîhandine, wekî alîya mecalên helkirina pirsgirêkê lê nihêrîne û  derheqa gavên pêwîstda pevketin dest anîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button